28 birîndarên Qamişlo hîna tên dermankirin 04:52 23.04.2016 QAMIŞLO – Ji 67 birîndarên êrîşên hêzên rejîmê yên dijî Qamişlo, 28 birîndar li nexweşxaneyan hîna tên dermankirin û yên din hemû hatin derxistin. Di encama pevçûnên di navbera hêzên Asayîş-YPG û hêzên rejîmê de ku di 20’ê nîsanê de bi êrîşên rejîmê destpê kiribûn, jin û zarok di nav de 67 sivîl bi guleyên sekvanên rejîmê û topbarana wan birîndar bûn. Li bajarê Qamişlo, 15 birîndar gihiştin nexweşxaneya El-Selam. 7 heya niha tên dermankirin û yên din hatin derxistin. 26 birîndar gihiştin nexweşxaneya Şehîd Xebat. 9 birîndar hîna tên dermankirin û yên mayî hatin derxistin. 15 birîndar jî gihiştin nexweşxaneya Ferman. Ji bilî birîndarekî hemû birîndar hatin derxistin. Tenê birîndarek gihişt nexweşxaneya Dar El-Şîfai û heya niha jî tê dermankirine. 7 birîndar jî ji bo nexweşxaneya Amûdê hatin veguhezandin û hemû hatin dermankirin û derxistin. 4 birîndar jî gihiştin nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Dêrîkê û li wir hîna tên dermankirin. Bijîşkên van nexweşxaneyan dan zanîn ku rewşa hemû birîndarên li nexweşxaneyan mane baş e. (ne) ANHA