Di êrîşa Qamişlo de 5 endamên Asyîşê jiyana xwe ji dest dan 05:54 30.04.2016 VÎDEO: https://www.youtube.com/watch?v=VAZbe-Nors4 QAMIŞLO – Di encama êrîşa xwekujî ya li bajarê Qamişlo ku li dijî noqteyeke Hêzên Asayîşê pêk hat de, 5 endamên hêzên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn. Îro saet di 08.45’an de li dijî noqteyeke hêzên Asayîşê ya li riya Xelîc a taxa Kornîş a bajarê Qamişlo, êrîşeke xwekujiyê pêk hat. Li gorî agahiyên ku Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Cizîrê Silêman Ehmed dane, di ecnama êrîşî de 5 endamên hêzên Asayîşê de jiyana xwe ji dest dan û 4 jî birîndar bûn. Kesên birîndar jî li nexweşxaneyê tên dermankirin. Piştî ku êrîş pêk hat, hêzên Asayîşê dor li cihê bûyerê kirin û dest bi lêkolînê kirin. (dm) ANHA