Oxfam: Bi sed hezaran karkerên li DYA di nava mercên ne însanî de dixebitin 06:17 14.05.2016 BOSTON - ANF Rêxistina Mafên Mirovan Oxfam raporek weşand û bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên li sektora li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA). Di rapora Oxfamê de hat ragihandin, ev sektora li DYA her sal mezin dibe û kara şîrketan zêde dibe. Oxfamê diyar kir, li beramberî vê yekê, karker bi mûçeyeke kêm tên xebitandin. PIRSGIRÊKÊN TENDURISTIYÊ Û BIRÎNDARBÛN ZÊDE DIBIN Hat destnîşankirin, şert û mercên xebatê yên li şîrketên Tyson Foods, Perdue Farms, Pilgrim's Pride û Sanderson Farms dûrî pîvanên însanî ye. Her wiha tê ragihandin, tempoya lez a xebatê û kêmaniya ewlekariya kar a li cihên servîsên qesab û paketkirinê, rê li ber qezayan vedikin. Li gorî raporê, tevî birîndarî, her wiha şert û mercên nepaqij ên qada kar dibin sedema rûdana nexweşiyan. Wekî din tê gotin, di dema bêhnvedanê de bi têrkerî av û nan nayê dayîn û ji ber vê yekê pirsgirêkên tenduristiyê rû didin. DESTÛRA BÊHNVEDAN Û TIWALETÊ JÎ NAYÊ DAYÎN Saziyeke bi navê Soûthern Poverty Law Center, li nava 266 xebatkarên li eayleta Alabama anketek çêkir û da zanîn, ku 4 ji 5 karkeran di nava şert û mercên ne însanî de dixebitin. Di anketê de derket holê, ku destûr ji mirovan ren ayê dayîn biçin destavê û bêhnvedan jî daketiye hefteyê du caran.