Li Oremarê gelek leşker hatin kuştin, 8 cenaze di bin kontrola gerîla de ne 06:24 14.05.2016 NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Li herêma Oremarê ya Geverê, di navbera hêzên gerîla û artêşa Tirk de şerekî dijwar diqewime. Hat ragihandin, di vî şerî de gelek leşker hatine kuştin û cenazeyên 8 ji wan li herêma di bin kontrola gerîla de ne. Li gorî agahiyan, şerê li herêma Oremarê yê navbera artêşa Tirk û gerîlayên HPG û YJA Starê, didome. Hat ragihandin, balafirên şer ên artêşa Tirk jî bombe li qada şer barandine. Tê payîn HPG di nava rojê de daxuyaniyekê li ser mijarê bide.