Dîmenê helîkoptera Kobra ya li Çelê hat xistin hat weşandin 10:40 14.05.2016 BEHDÎNAN - ANF VIDEO: https://www.youtube.com/watch?v=JCM3d4nkUmk Dîmenê helîkoptera Kobra ya bi tîpa Kobra, ku roja 13'ê Gulanê saet di 04:30 de li herêma Aşûtê ya navçeya Colemêrg Çelê hat xistin, hat weşandin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye: "Me dabûn xuyakirin, ku roja 13'ê Gulanê saet di 04:30 de li herêma Aşûtê ya navçeya Colemêrg Çelê, di operasyoneke şoreşgerî ya berfireh a hêzên me ya li hemberî artêşa Tirk de, helîkoptereke bi tîpa Kobra ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin. Em dîmenê çalakiya gerîla ya li hemberî nuqteyên dijmin û dîmenê helîkoptera ji aliyê gerîlayên me ve hat xistin, ku Fermandariya Giştî ya Tirk gotibû 'ji ber qezayekê ketiye xwarê' ji bo gelê xwe û raya giştî diweşînin."