Til Koçerê silav li Ocalan kir 06:05 04.06.2016 GIRKÊ LEGÊ – Şêniyên bajaroka Til Koçer a Kantona Cizîrê bi xwepêşandanekê silav dan Ocalan û hêrsa xwe ya li hemberî tecrîda li ser wî hatiye ferzkirin, nîşan dan. Meclîsa Gel a bajaroka Til Koçer ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh xwepêşandanek orgenîze kir. Xwepêşnadana ku bi sedan şêniyan û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk beşdarî wê bûn, bi durişmeya “Spas Ocalan ji bo Biratiya Gelan” birêve çû. Karwanê xwepêşandanê ji gundê Um Îzam ê dikeve başûrê Til Koçer ve destpê kir û li Goristana Şehîdan a bajarokê sekinî. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) û pankartên “Azadiya Rêber APO azadiya her kesî ye” hilgirtibûn. Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Meclîsa Gel a bajaroka Til Koçer Seyf Hakim axivî. Hakim tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve pêk hatiye, bi tundî şermezar kir. Seyf Hakim got: “Ocalan ne tenê Rêberê Kurdan e, lê belê Rêberê tevahiya pêkhateyan e. Peyama me ji cîhanê re ew e ku li hemberî kiryar û komkujiyên dewleta Tirk ên derheqê gelê sivîl ê Bakûrê Kurdistanê de bê deng nemîne.” Seyf Hakim bang li tevahiya rêxitinên mirovahiyê kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nava liv û xebatan. Xwepêşandan bi durişmeyên silavkirina şehîdên azadiyê û “Bijî serok APO” xelas bû. (rr) ANHA