Encamnameya Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger 08:59 14.06.2016 Însiyatîfa Ciwanên Şoreşger, encamên çalakiyên di demên cuda de li Stenbol û Edeneyê pêk anîn, eşkere kir. Li gorî daxuyaniya Însiyatîfê, encamên çalakiyan bi vî rengî ne: Li Eyupê bi giştî 27 wesayît û kepçeyek hatin şewitandin.Li Yenîdogan a Stenbolê 2 otobusên şaredariyê hatin şewitandin.Li Kartalê 6 wesayît hatin şewitandin.Li taxa 1 Mayisê otobuseke şaredariyê hat şewitandin.Bi pêşengiya tîma Şehîd Botan Şoreş li Fatîhê çalakiyeke korsan hat lidarxistin. Di dema çalakiyê de 15 marketên faşîst û 3 wesayît hatin şewitandin.Li Fatîhê 3 wesayît hatin şewitandin. 5 wesayît li Dûmlûpinar a Edeneyê hatin şewitandin. Li Eyupê 4 qutiryên gaza xwezayî hatin şewitandin û rê li ber panîkê vekirin.Di 7'ê Hezîranê de li ser rêya E-5 a li Gazîosmanpaşayê bombeya deng hat avêtin û pakêteke bi guman hat danîn. Rê 3 saetan li trafîkê hat girtin.Bombeyeke deng avêtin otoparkeke Bagcilarê, ku narkotîk lê dihat firotin. Yek ji van firoşkarên narkotîkê hat cezakirin.Li Umraniyeyê me teqemeniyeke bi destan hat amadekirin avêtin nava otobuseke şaredariyê.Di 8'ê Hezîranê de tîma Şehîd Nûda li Çekmekoyê li dijî weqfa Ensar çalakiyeke sabotajê pêk anî. Di çalakiyê de xisar li gelek xanî û wesayîtên li derdorê bû. Avahiya weqfa Ensar jî lê welê hat, nema dikare bê bikaranîn.Li Îzmîrê, Însiyatîfa Ciwan a Jinan a Şoreşger du bombeyên deng avêt cihên navendî û rê li ber panîkê vekir. EDENE Li taxa Barbarosê Lîseya Anatoliyê hat şewitandin.Li taxa Barbarosê, hêzên me avêtin ser qehwexaneyeke narkotîk lê dihat firotin û bikaranîn.Li Barbarosê 5 rojan çalakiyên korsanî hatin lidarxistin. Zerar li wesayîteke zirxî ya akrep hat kirin.2 bombeyên deng avêtin Balafirgeha li Şakîrpaşayê.Hêzên me bombeya deng avêtin qereqola Daglioglû. Di encama destwerdana li narkotîkê de kîloyek esrar hat şewitandin.Li Şakîrpaşa 7 rojan çalakî hatin lidarxistin. Bi bombeyeke deng a xurt, derb li wesayîteke akrep hat xistin û endamên POH ên di wesayîtê de birîndar bûn. Kamerayeke mobese ya li herêmê hat şikandin. Bombeya deng avêtin marketeke BÎM.Li Kuçukdîkîlî çalakî hat lidarxistin. Bi bombeya deng derb li wesayîta akrepê hat xistin." Di daxuyaniya Însiyatîfê de hat ragihandin, ciwan ê çalakiyên xwe zêdetir bikin.