'Rewşa Awarte' ya li Amedê hat berfirehkirin 05:05 21.06.2016 AMED - ANF Operasyonên leşkerî yên duh li sêgoşeya navçeyên Licê, Hênê û Farqînê destpê kirin, dewam dikin. Dewleta Tirk ji bo van operasyonên xwe, li gelek gundan derketina derve qedexe kir. Li gorî daxuyaniya Walîtiya Tirk a li Amedê, gundên ji îro danê sibehê û pê ve derketina derve li wan hatiye "qedexe"kirin ev in: "Gundên Şenlîk, Bîrlîk, Ergînkoy, Elmadere, Oyûklû, Kûtlû û Turelî yên ser bi Licê, Yûkaritûrali, Akçayûrt, Kaledîbî û Damlatepe yên ser bi Hênê, Uçbasamak, Çaldere, Keklîkdere, Gorentepe, Bayirduzu, Dagcilar û Dolaplidere yên Farqînê, Taşkopru, Temren, Bakirkoy û Demîrlî yên Pasûrê, Ulgen, mûtlûca û Bayirduzu yên Hezroyê. BALAFIRÊN ŞER BOMBEYAN LI BEJAHIYA LICÊ DIBARÎNIN Li aliyê din, balafirên şer ên Tirk duh êvarê saet di 19:30 de bombe li bejahiya Hênê-Licê barandin. Êrîşên li herêmê dewam dikin.