Di perwerdeyê de pêngava sêyemîn a şoreşî 05:12 08.07.2016 ŞÎNDA EKREM QAMIŞLO – Li Kantonên Rojava ku di sala perwerdeyê ya 2015-2016’an de cara yekemîn ji refa yek heta 6’an hemû ders bi zimanê dayikê hatin dayîn, amadekarî tê kirin ku di sala 2016-2017’an a perwerdeyê de ji refa yek heta 12’an hemû ders bi zimanê dayîkê bên dayîn. Li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka şoreşê ve di warê perwerdeyê de gavên mezin tên avêtin û sîstema perwerdeya civaka demokratîk hêdî hêdî rûdine. Sala perwerdeyê ya 2015-2016’an bidawî bû û nirxandinên giştî hatin kirin. Di nirxandinan de hat diyarkirin ku encamên gelekî girîng hatine bidestxistin û biryar girtin ku pêngava sêyemîn a di asta şoreşî de bê avêtin. Xebatên perwerdeyê ku destpêkê bi dewreyên ziman û dibistanên taybet hatibûn meşandin, di sala perwerdeyê ya 2015-2016’an de cara yekemîn li tevahiya dibistanan hatin domandin. Di vê salê (2015-2016) de, li Kantona Cizîrê ji refa yek heta 3’yan û li kantonên Kobanê û Efrînê jî, ji refa yek heta 6’an hemû ders bi zimanê dayîkê hatin dayîn. Li gorî vê yekê, li hersê kantonan hejmara dibistanên ku perwerde lê hatiye dayîn, xwendekar û mamosteyên ku tevlî perwerdeyên zimanê dayîkê bûne wiha ne: KANTONA CIZÎRÊ Hejmara dibistanan Dibistanên seretayî: 1394 Dibistanên navîn: 195 Dibistanên amadeyî: 110 Dibistanên hevbeş: 111 Peymangehên gihandina mamosteyan: 12 Akademiyên mamosteyên jin: Yek Hejmara xwendekaran Hejmara xwendekarên pêşdibistanê: Kurd: 2026 Ereb: 588 Hejmara xwendekarên dibistana seretayî: Refên 1, 2, 3 (Kurd): 23339 Refên 1, 2, 3 (Ereb): 17346 Hejmara xwendekarên kurd û ereb ên ku li refên 4, 5, 6’an dixwendin: 43309 Hejmara mamosteyan  Hejmara mamosteyên Kantona Cizîrê yên sala bihurî li ser kar bûn: 4362 Pirtûk Li Kantona Cizîrê sala bihurî 428 hezar 991 pirtûk li xwendekarên seretayî hatine belavkirin. KANTONA EFRÎNÊ Dibistan Dibistanên seretayî: 260 (Ji vana li 41 dibistanan du danan perwerde dihat dayîn) Dibistanên navîn û amadeyî: 50 Xwendekar Hejmara xwendekarên li dibistanên seretayî dixwendin: 38956 Xwendekarên kurd: 27948 Xwendekaren ereb: 11008 Hejmara xwendekarên dibistanên navîn û amadeyî: 8000 Mamoste Hejmara mamosteyên Kantona Efrînê: 1964 KANTONA KOBANÊ Dibistan Baxçeyên zarokan: 2 Dibistanên seretayî: 187 Dibistanên navîn: 14 Dibistanên amadeyî: 3 Bajarokên Sirîn û Girê Sipî Li bajaroka Sirrin, ji bo xwendekarên Ereb 21 dibistan hatin vekirin. Li Girê Sipî jî li 107 dibistanan 7800 xwendekar hati perwerdekirin. Xwendekar Bi giştî: 35800 (ji bilî hejmara dibistanên li xeta Sirînê) Mamoste:  Hejmara mamosteyên Kantona Kobanê bi giştî: 723 DERSÊN (WANEYÊN) DI SALA 2015-2016’AN DE HATINE DAYÎN Dibistanên seretayî  a- Refên 1,2,3: Zimanê Kurdî Civak û Jiyan Bîrkarî Mûzîk Wêne Spor b-Refên 4,5,6 Zimanê kurdî Zimanê erebî Bîrkarî Zanistên Civakî Zanyarî Spor Mûzîk Wêne AMADEKARIYA MEZIN JI BO SALA NÛ Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk), piştî ku li gel desteyên perwerdeyê nirxandinên sala borî kirin, biryar girt ku di sala perwerdeyê ya 2016-2017’an de pêngavek pêşdetir bavêje. Li gorî vê yekê, wê li Kantona Cizîrî ji refa yek heta 6’an, li kantonên Kobanê û Efrînê ji refa yek heta 12’an hemû ders bi zimanê dayîkê bên dayîn. Ji bo pêkanîna biryarê jî, li hersê kantonan dest bi amadekariyan hatiye kirin. Ev xebat jî li ser 3 beşan tên meşandin. Ya yekemîn perwerdekirina mamosteyan, ya diduyan perwerdekirina mamosteyan a li ser pisporiyê û ya  sisiyan jî amadekirina pirtûkan e. Ji bo ku li hemû dibistanan ders bi zimanê dayîkê bêne dayîn, pêdivî bi hezaran mamosteyan heye. Li gorî agahiyên ku Komîteya Perwerdeyê dane, hejmarek zelal a mamosteyan ku pêdivî pê heye, hîn nehatiye zelalkirin. Lê ji niha ve li dibistan û peymangehan dewreyên perwerdeyan hatine destpêkirin. Li ser amadekirina pirtûkan jî xebatek bênavber tê meşandin. Di vê xebatê de jî dersên ku dê di hemû refan de bêne dayîn, tê diyarkirin û pirtûkên wan tên amadekirin. Li gorî vê yekê dersên ku dê bêne dayîn wiha ne: Dibistanên Seretayî (Refên 4, 5, 6) Zimanê kurdî Zimanê erebî Bîrkarî Zanistên Civakî Zanyarî Spor Mûzîk Wêne İngilîzî Dibistanên navîn (Refên 7, 8, 9) Ziman û wêje, Erdnîgarî, Çand û exlaq, ekolojî, Dîroka Kurdistanê, herêm û cîhanê, Jîneolojî, Bîrkarî, Zanistên zanyarî, Zimanên gelên herêmê, Zimanekî biyanî, huner (mûzîk, wêne, folklor, şano û hwd), Werzîş. Dibistanên amadeyî (Refên 10,11,12) Dibistanên Amadeyî dibin du beş: 1. a) Amadeyî giştî ango wêjeyî û jimarî 2. b) Amadeyî pîşeyî Li dibistanên amadeyî yên giştî, ji refa yekemîn şûn de beşên wêjeyî û hejmarî ji aliyê xwendavanan ve tên hilbijartin. Dibistanên amadeyî yên pîşeyî, li gorî qad û pêwîstiyan tên damezrandin û bernameya wan li gorî pîşeya wan tê çêkirin. Waneyên dibistanên amadeyî wiha ne: Ziman û wêje û zaravayeke din ê kurdî, Zimanên bijare yên biyanî-Erdnîgarî- Çand, exlaq, polîtîka û dîroka baweriyan -Felsefe – Jineolojî – Dîroka Kurdistanê, herêmê û cîhanê – Civaknasî – Parastina Rewa – Derûnnasî – Ekolojî-Ekonomî (aboriya komîn û çandiniyê) – Kîmya – Fizîk – Biyolojî – Bîrkarî – Werzîş – Huner (folklor, wêne, şano û hunerê destan) (bb/a) ANHA