Zarokên Amûdê jî fîlmê xwe temaşe kirin 05:01 12.07.2016 AMÛDÊ – Belgefîlmê “Zarok in em” ku bandoreke mezin çêkiriye û hiştiye ku zarok teşwîqî xebatên çandî û hunerî bibin, li Amûdê jî hate pêşandan. Şirketa Berhemên Sînemayê “Komîna Fîlm a Rojava” ji bo dilê zarokan geş bike belgefilmek bi navê “Zarok in em” amade kiriye û li Navenda Çand û Huner a hûrî ya li bajarê Amûdê duh êvarî roja duşemê, pêşkêşî zarokan kir. Bi dehan zarok bi çoşekî mezin li navenda amade bûn û li vî belgefîlmê temaşe kirin. Ev belgefîlmê hanê ji aliyê derhêner Xoşman Qado û kamîrevan Mazdek ve hatiye amadekirin. “Zarok in em” belgefîlmekî li ser amadekariyên “Yekekmîn Festîvala Zarokan a Rojava” ku par li kantona Cizîrê hatibû lidarxistin, hatiye amadekirin. Endama Rêveberiya Komîna Fîlm a Rojava Zêwa El-Mihemed piştî ku belgefîlm hate temaşekirin ji ajansa me re diyar kir ku ev belgefilm li gelek bajarên din ên Kantona Cizîrê weke Serêkaniyê, Qamişlo û Dirbêsiyê hatiye pêşandan. Zêwa El-Mihemed dibêje ku armanca wan dilgeşkirina zarokan e ku zarokan bi çand û hunerê bidin hezkirin. Zêwa amaje bi vê yekê kir ku piştî pêşkêşkirina belgefîlmê gelek zarokan serî li navendên çand û hunerê dane û xwestine tevlî xebatên çandî û hunerî bibin. (kş) ANHA