Çareserî zanakirina civakê ye 05:05 12.07.2016 EFRÎN – Saziyên jinan ji bo pêşîgirtina bûyerên wekî kuştina jinan li Kantona Efrînê lez dan xebatan û bernameyeke zanekirina civakî derxistin. Di vê salê de li Kantona Efrînê hejmara jinên ku bi sedemên cuda hatine kuştin gihiştiye dehan.Bi armanca pêşîgirtina li hember rewşên kuştina jinan û gotûbêjkirina sedemên derktina van bûyeran rêxistinên jinan ên Kantona Efrînê dê rêze civînan li navenda Kantonê û gundên girêday î wê li dar bixin. Piştî ku sazî û rêxistinên jinan ên Kantona Efîrnê ” Kongireya Star, Asayîşa Jin, Rêxistina Mafê Mirovan, Rêxistinan Sara ya li dijî tundiya li hember jinê, Navena Rojava a Lêkolînên Stratîjîk, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Weqfa Jina Azad a Rojava” di 3’ê tîrmeha 2016’an de li hev civiyan, li ser rûdana bûyerên qetilkirina jinan de vê dema dawiyê de rexnedayîna xwe dan û bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya lidarxistina rêze civînan li Kantona Efrînê ragihandin. Bernameya sazî û rêxistinên jinan a lidarxistina civînan wiha ye: -Di 12’ê tîrmehê saat 18 :00’an de li gundê Xilênir û Kefer Şîl yên girêdayî Xeta Rojava ya Kantona Efrînê civîna 1’emîn pêk tê. -Di 13’ê tîrmehê saat 18:00’an de li gundê Istêrka û Cuqa yên girêdayî Xeta Başûrê Kantonê civîn pêk tê. -Di 14’ê tîrmehê saat 18:00’an de li gundê Qêbar û Cumaka ya girêdayî xeta Rojhilat civîn pêk tê. -Di 15’ê tîrmehê saat 18:00’an de li taxên El- Zeydiyê û Mehmûdiyê yên girêdayî Navena bajêr civîn pêk tên. -Di 16’ê tîrmehê saat 18 :00’an de li taxa Efrîn a Kevnar civîn pêk tê. -Di 17’ê tîrmehê saat 18 :00’an de li Qada Azdiyê ya girêdayî taxa Efrîna nû civîn pêk tê. -Di 18’ê tîrmehê saat 18:00’an de li navenda çand û hunerê y a Kantona Efrînê civîneke berfereh pêk tê. (xê) ANHA