Amed ji bo mîtîngê amade ye 05:26 31.07.2016 AMED (DÎHA) - Li Amedê ji bo mîtînga "Ji darbeyan re na, demokrasî a niha" ya dê peyamên girîng bê dayîn qad hate amadekirin, gelê Amedê ji niha ve berê dan qadê. Amed ji bo mîtînga saet di 15.00'an de ya ku bi pêşengiya KCD, DBP, HDP û KJA'yê dê îro bê lidarxistin û li dijî darbeyên leşkerî û sivîl û OHAL'ê peyamên girîng bên dayîn û bi daxwaza rakirina tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê lidarxistin amade ye. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Heyeta Îmraliyê, Hevserokên KCD û DBP'ê dê bi şîara "Ji darbeyan re na, demokrasî niha" li Qada Îstasyonê bê lidarxistin. Ji bo mîtînga ku bi rojan e amadekarî tê kirin û dê peyamên girîng bên dayîn çend saet ma. Li qadê peywirdar xebatên xwe yên dawî pêk tînin. Li qadê dîk tê amadekirin û li gelek deverên qadê flamayên DBP, HDP, KCD û KJA'yê hatin daliqadin. Li dikê pankarta "Li dijî darbeyan, demokrasiya radîkal" hate daliqandin û li qadê jî pankarta "Ez xwedî li keda xwe derdikevin, li dijî darbeyan li ber xwe didim" "OHAL demokrasiyê nayne" hatin daliqandin. Li dora mîtînê bi bariyeran hatin girtin û ji çar aliyan ve piştî lêgerîna li noqteyên hatine diyarkirin dê derbasî qadê bibin. Li qadê peywirar xebatên xwe didomînin û welatiyên ku ji niha ve berê xwe dan qadê jî di bin siya daran de li benda saeta mîtîngê ne. (sa)