Ji Meclîsa Leşkerî bîlançoya operasyona Minbicê 11:13 15.08.2016 MINBIC – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di daxuyaniya xwe de bîlançoya 75 rojan a operasyona rizgarkirina Minbicê eşkere kir. Di daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de ku îro di şahiya li bajarê Minbicê de hate xwendin de bîlançoya 75 rojan ji operasyona rizgarkirina Minbicê hate eşkerekirin. Bîlançoya operasyonê wiha ye: “Ji 75 rojan ê şerê şoreşgerî yê li enî û firehiyên mezin, em dikarin bîlançoyekê diyar bikin. Ev hejmar wê piştre di berdewamkirina operasyonê de werin guhertin. Hejmartinên giştî yê pêngava yekemîn a şerê rizgarkirina Minbic û gundewarê wê wiha ne: Hejmara kuştiyên dijmin: 4180 Hejmara cenazeyên djimin ên ketina destê me: 1724 Hejmra dîlên DAIŞ li gel me: 112 Manîşe û alavên çeteyan ên hatine rûxandin: 144 ji wan 37 maşîneyên doçka li ser, 26 hawan, 5 topavêjin katyoşa û 15 maşîneyên zirxî Hejmara çekên ku ketine destê me: Çekên ferdî: 1268, Doçka bi hemû cureyên xwe: 25 Hawan: 34 Hejmara şehîdên me yên Kurd, Ereb û navneteweyî: 264″ (he)