Di roja çaremîn de ‘Hefteya Çandî’ 11:23 15.08.2016 DIRBÊSIYÊ – Heftiya çandî ji aliyê Şirketa Komîna fîlm a Rojava û herdu komên Şoreş û Serkeftin ve, di roja xwe ya çaremîn de dewam kir. Çalakiyên hefteya çandê ya ku TEV-ÇANDꞌê li gundê Qolên ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê organîze kiribû, didomin. Di roja 4ꞌmîn de jî koma şoreş a bajarê Til Temirê û serkeftin a bajarê Dirbêsiyê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de, şirketa komîna film jî filma “Beriya berf barî ” pêşkêş kir. Çalakiyên 4ꞌemîn roja heftiya çandê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre filma “Beriya berf barî” ya ku têkoşîna jinê vedibêje hat pêşkêşkirin, her wiha komên Serkeftin û Şoreş jî stranên şoreşgerî stran. Di dawiya Çalakiyê de, xelekên dîlanê hatin gerandin. (mm) ANHA