Rewşenbîrên Kurd Gazî Serok û Gelên Cîhanê Kirin 01:01 02.09.2016 Metna kollektîf a daxuyanîyê ku ji alîyê rewşenbîrên Kurd ve hatibû amadekirin, ji alîyê 70 rewşenbîrên Kurd ji bo Serok û Gelê Cîhanê hate belavkirin. Metna ku ji alîyê rewşenbîrên Kurd ve hevpar hate nivîsandin, ji alîyê Helim Yûsiv, Mahabad Felat Arda û Doç. Dr. Osman Aytar ve ji bo îmzeyê di malpera Amîda Kurd de hatibû weşandin. Lijneya Bangawazîyê da xuyakirin ku armanca wan ew e ku çîroka Rojava ji alîyê cîhanê ve çêtir were naskirin, da ku polîtîkayên reşkirinê têk herin û berxwedana gelê Kurd çêtir destekê bibîne. Di metna daxuyanîyê de tê gotin ku Gelê Kurd ji sala 2011'an ve li Sûrî beşdarî şerê navxweyî nebûye, nebûye alî û li dijî terorîzmê li ber xwe dide, parastina Rojava dike, lê ji ber rewşa erdnîgarî ya herêmê dibe armanca êrîşên rêxistinên terorîst û dewletên destekarê wan rêxistinan. Daxuyanî ji alî helbestvanê navdar Ehmed Huseynî, çîroknûs û romanûsê navdar Helîm Yûsiv, Kurdolog Ibrahim Seydo Aydoğan, Doç. Dr Osman Aytar, rêveberên PEN a Kurd Bêrîvan Doskî, Dîlawer Zengî û gelek nivîskar, helbestvan, lîstikvan, rojnamevan û pîşeyên din ve hate destekirin. Lijneya Bangawazîyê da xuyakirin ku ew ê vê daxuyanîyê bi gelek zimanên biyanî ji çapemenîya cîhanê re jî bişînin da ku bigihîje hemû gelên Cîhanê. Daxuyanîya ku ji Serokên Cîhanê re hatiye şandin li jêr e: Birêz Barack Obama Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amekerîkayê, Birêz Vladimir Putin Serokê Rusyayê, Birêz Ban Ki-moon Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Birêz Jean-Claude Juncker Serokê Komisyona Yekîtîya Ewrûpayê, Birêzan! Li Rojhilata Navîn, di nava vê dojeha hebûna DAEŞ'ê û piştgirên wê de, tenê Kurd bûn ên ku li ber xwe dan, ên ku zarok û jin ji serjêkirinê xilas kirin, ên ku doza wan nirxan kirin ku nirxên mirovahiyê yên hevpar in ku di serî de "azadî" tê. Keç û xortên me, jin û mêrên me, ev çar sal in ku bi awayekî nedîtî ji bo van nirxan û ji bo parastina hemû cîhanê, canê xwe didin. Lewre, em dizanin ku heger Kurdan li ber xwe nedaya, DAEŞ dê dûrtir jî biçûya û xurttir li welatên Ewropî bixistaya, weke ku vê dawiyê em li Fransa û Belçîka û Almanyayê dibînin. Divê em hevalên xwe baş hilbijêrin û vê barbariyê ji kokê ve bibirrin da ku aştî û aramî û azadî were cîhanê. Ev jî diyar dike ku doza me yek e, em ne bi tenê ji bo xwe û zarokên xwe, lê herweha ji bo zarokên hemû cîhanê li hember êrîşên terorîstên DAIŞ, El Qaide, El Nusra û versiyonên wê yên cûr bi cûr ku li dijî hemû peyman û nirxên navneteweyî yên der barê mafên mirovan, demokrasî, azadî û edaletê de ne. Ji destpêka sala 2011'an ve, ku şerê navxweyî yê Sûrîyeyê dest pê kiriye, Gelê Kurd helwestek rast nîşan daye, beşdarî şerê navxweyî nebûye, xwe dûrî vî şerî hiştiye, ev wekî şerê navxweyî yê Sûrî û Ereban dîtiye, nebûye alî. Lê wekî erdnîgarî, dema Gelê Kurd axa Rojavayê Kurdistanê diparêze di navbera cîhanê û cîhadîstan de jî dibe bend û ji bo cîhaneke ewle roleke mezin a mirovahî dilîze. Ev tişta baş mixabin dibe sedema ku îcar alîgirên terorîzmê bi hev re êrîşî vê herêmê bikin. Ji ber vê yekê hemû aktorên şerê Sûrî di vî çar salî de êrîşî Rojava kirine. Lê Gelê Kurd bi destekek navneteweyî Rojava parastiye û bi vî rengî li Rojava Keldanî, Asûrî-Suryanî, Ermenî û gelek gel û olên din bi serbestî û azad dijîn. Ji ber vê yekê ye hûn jî, gelek ji welatên we jî wekî zarokên hemû cîhanê hatin alîkarîya Kurdan û gelek ji wan bi zarokên Kurdan re şehîd ketin. Êdî mîrasek wan heye ku divê em hemû bi hev re biparêzin. Hinekan ji we di vî şerê li dijî terorîzmê de ji berxwedana Kobanê û û pê ve destek dan me. Wekî hûn jî ji nêzîk ve dişopînin, di serî de Tirkîye û dewletên din ên ku gelê Kurd çarhawir dorpêç kirine ev hêzên terorîst bi gelek awayan destek kirin û herî baş zarokên we yên bi me re ne ev yek dîtin. Di destê we de jî têra xwe agahî, dokuman û îstîxbarata vê jî heye. Lê çawa ku dema van ciwanan Rojava parast û nehiştin terorîzm pirtir ber bi cîhanê ve belav bibe, her wisa jî li gor dewletên wekî Sûrî, Îraq, Îran û Ûris jî ew dibûn asteng ku pirtir cîhadîst ji cîhanê derbasî Sûrî bibin û ev rewşa Kurdan ji xwe re ji bo demekê bikêrhatî didîtin, ji ber ku cîhadîstên ew li dijî wan ji mezhebekî din bûn. Gelê Kurd di Rojava de ji ber vê rewşa konjonkturel van çar salan ji tevkujîyên mezin rizgar bûye. Lê îro yên ku destûrê didin Tirkîye Rojava dagir bike, êdî vê cîhana ku ciwanên delal bi hev re ava dikin wekî tehdîd dibînin. Û îro yek ji wan dewletan, Tirkîye bi tang, top û balefirên xwe êrîşî Rojava û Minbicê û dike, ku zarokên baş ên cîhanê azad kirine. Em baş dizanin ku ger hûn li hember Tirkîyeyê derketana, Tirkîye nikaribû têketa nav Sûrîyeyê. Niha zarokên me yên li dijî DAIŞ'ê şer dikin, bi balefirên Tirk tên kuştin, sivîl di gundan de tên bombebarankirin. Birêzan! Berxwedana ku niha Kurd û hevkarên wan li Rojavayê Kurdistanê didin beşeke parastvanîya hemû peyman û hêjayiyên navneteweyî yên der barê mafên mirovî, demokrasî, azadî û edaletê de ye. Bi vê bawerîyê em kesên navê wan li jêr ji we, dewlet û hukumatên we, gelên we, dem û dezgehên we jidil daxwaz dikin: - Li van destkeftîyên berxwedana me û zarokên baş ên cîhanê ya li dijî terorîzmê ye xwedî derkevin. - Ev berxwedana ku bi alîkarîya we û xwîna zarokên we gihaştiye vê astê divê bi alîkarîya we her dewam bike. - Li hember êrîşkarîyên Tirkîyeyê û hêzên cîhadîst ên pê re; El Nusra, El Qaide û versîyonên wan êrîşî Kurdan û dostên wan dikin dengên xwe zêdetir bilind bikin. - Ji bo ku dewleta Tirkîyeyê ji nav Sûrîyeyê derkeve û destên xwe ji desteka DAIŞ, El Qaide, El Nusra û versiyonên wê bikişîne çi ji destê we tê bikin. - Werin em dest bidin dest hev, li dijî terorîzmê piştgirîya van zarokên xwe bikin, da ku cîhaneke ewle ji bo me hemûyan ava bikin. Helîm Yûsiv Author Germany Mahabad Felat Arda Author Sweden Osman Aytar Associate Professor Sweden Al. Doç. Dr. Îbrahîm Seydo Aydoğan Kurdolog France Berivan Dosky Co-President Kurd PEN Germany Dilawer Zengî Co-President Kurd PEN Rojava/Syrian Ezîzê Cewo Author Russiya Kakshar Oremar Journalist Germany Fêrgîn Melîk Aykoç Author Douchland Kemal Necîm Poet Rojava/Syria Îbrahîm Osman Author Swisre Birgul Ozbariş Arda Author Sweden Abulkqadir Mûsa Poet Germany Azad Akkash Author Germany Fener Rojbiyanî Author Germany Mohsen Ahmad Journalist Germany Moussa Sullaiman Actor Germany Amed Çeko Jiyan Author Germany Şepal Hêvo Poet Germany Arî Khudhr Engineer Sweden Aram Kemal Hesen Doctor Cawîdan Kemal Hesen Doctor Berxwedan Yaruk Journalist Sweden Ardlan Abdo Poet Finland Husên Feqe Poet Holland Fethulla Huseyni Author Başûr/Iraq Rewşen Qasim Author Başûr/Iraq Hêvîn Hsio Poet Rojava/Syria Sabîha Çetîn Diljen Teacher Sweden Haydar Diljen Teacher Sweden Narin Celiker Nurse Sweden Şivan Zeren Author Turkey Miheme Porgebol Thespian Turkey Xunav Kano Author Germany Nûrî Şêx Qenber Doctor Rojava/Syria Menaf Mihemed Poet Başûr/Iraq Îmran Yûsiv Thespian Rojava/Syria Hussein Habasch Poet Germany Ahmed Huseynî Poet England Rêzan Tovjîn ITC Azad Zal Publisher Turkey Elenî Hejar Teacher Turkey Ciwan Soz Poet France Luqman Silêman Author Germany Hussein Omer Author Belgium Xoşman Qado Poet Rojava/Syria Mounir Shekhe Simulations Rojava/Syria Mounir Shekhe Simulations Rojava/Syria Ahmed Berazî Author Germany Omer Bozan Poet Germany Hizirvan Abdullah Poet Başûr/Iraq Bêrî Bihar Pedagog Nederland Şêro Dalînî Poet Rovaja/Syria Xiyasedin Zaroj Stêrk Poet Germany Zeredeşt Haco Author Germany Hesen Huseyîn Deniz Author Swissre Rizoyê Xerzî Poet Rojava/Syria Dawid Yeşilmen Editor Germany Ronas Sheikhmous Musician Germany Feratê Dengizî Author Turkey Halil Dalkılıç Journalist Germany Huzni Hajo Physician Sweden Narîn Derky Poet Canada Memo Sahin Author Germany Lokman Polat Author Sweden Hoşeng Osê Poet Belgium Seydo Reşîd Poet Germany Omer Fîdan Sekretary-General Kurd PEN Turkey