Bi Kurdî Navê Mehan 10:29 07.09.2016 Ji destpêka salên 1990'î heta 2005'an li Bakur ev salname hate bikaranîn. Lê MED TV û kanalên din ên di 1995'an de dest bi weşanê kirin navên mehan wisa bi kar neanîn. Weşanên Kurdan ên Ewropa jî wiha bi kar neanî. Lê li Bakur di qada rewşenbîrî, xwendevanî, edebî û weşanan de navên mehan bi vî rengî hat zanîn û bikaranîn. Salnameya Rojhilat 1- Rêbendan 2- Reşemî 3- Adar 4- Avrêl 5- Gulan 6- Pûşper 7- Tîrmeh 8- Gelawêj 9- Rezber 10- Kewçêr 11- Sermawez 12- Berfanbar Di sala 2005'an de, di Konferansa Rojnamevanên Kurd de biryar hate dayîn ku navê mehan wekî Salnameya Gregor were bikaranîn. Lê li Bakurê Kurdistanê ji bilî Azadîya Welat kes neçû ser vê salnameyê. Îro hîn jî weşanxane, kovar û weşanên Kurdî ji %90 Salnameya Rojhilat bi kar tînin. Edîtorên malpera me Amîda Kurd jî, yên li Ewropa dimînin dema gotaran dinivîsin navên mehan cuda dinivîsin, yên li Bakur dimînin cuda dinivîsin. Mixabin ev tevlihevî bi biryara saziyekê çareser nabe. Salnameya Gregor 1- Çile 2- Sibat 3- Adar 4- Nîsan 5- Gulan 6- Hezîran 7- Tîrmeh 8- Tebax 9- Îlon 10 - Çirî 11- Teşrîn 12- Kanûn Li Bakurê Kurdistanê hîn jî di nav gel de, neslê kevin navê mehan wekî lîsteya jêrîn bi kar tîne, ev lîsteya Hîcrî ya Ereban e: 1- Muherem 2- Sefer 3- Rebî'ul Ewel 4- Rebî'ul Axer 5- Cemazîyel Ewel 6- Cemazîyel Axer 7- Receb 8- Şa'ban 9- Remezan 10- Şewal 11- Zilqe'de 12- Zilhice Salnameya Rojê îro li Bakurê Kurdistanê ji alî gel ve nayê bikaranîn, ew jî wiha ye: 1- Nûrroj 2- Gullan 3- Baranbirran 4- germaciman 5- Gelawêj 6- Berewpayîz 7- Mîran 8- Gellarrêzan 9- Agirdan 10- Sehollbendan 11- Nawzistan 12- Polan Her wisa navê mehan ê Baha'î jî îro ji alîyê gel ve nayê zanîn û bikaranîn: 1- Biha 2- Celal 3- Cemal 4- ʿezemet 5- Nûr 6- Reẖmet 7- Kelimat 8- Kemal 9- Esma 10- ʿîzet 11- Meşiyet 12- ʿîlim, ʿilm 13- Qudret 14- Qewl 15- Mesail 16- Şeref 17- Siltan, sultan 18- Mulk 19- ʿela