Li Kolombiyayê di referandûmê de peymana dîrokî nehat qebûlkirin 04:04 03.10.2016 NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS Peymana aştiyê, ku di hefteya bihurî de ji aliyê Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Sasntos û lîderê FARC'ê Tîmoleon Jîmenez ve hat îmzekirin, pêşkêşî referandûmê hat kirin. Li gorî encamên vê referandûmê, ji sedî 50,24 ê hilbijêran peymana aştiyê qebûl nekirin. Encamên referandûmê her du alî xist nava şoqê. Li ser rê û rêbazên ji niha û pê ve werin bikaranîn, hê jî ti daxuyanî nehatiye dayîn. Serokdewletê Kolombiyayê Santos di daxuyaniya xwe ya beriya referandûmê de dabû xuyakirin, ku ji bo qedandina şer planeke wan a B nîne.