Cesedê namzedê DSP’ê yê Bêdlîsê hate dîtin 05:33 11.06.2011 Cesedê namzedê DSP’ê yê rêza 2’yemîn ê Bêdlîsê Bedrî Aydin(33) li çoltera navçeya Hîzanê hate dîtin. Hate hînbûn ku cesedê namzedê ku ev 2 roj in tu hay jê çênedibû, ji aliyê şivanekî ve li çolê di bin giha û pûş de hate dîtin. Şivên paşê haya cendirmeyan pê xist û cendirme hatin ciyê bûyerê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, cesedê Aydin 20 km’yan dûrî Hîzanê hatiye dîtin û nêzî cesedê wî guleyên keleşê hatiye dîtin. Piştî ku bÛyer hate bihîstin gelek welatî çûn ciyê bûyerê. ANF NEWS AGENCY