Li Hemdaniyê şerê kolanan destpê kir 06:41 23.10.2016 ROJNEWS/ HANA AZAD Heya niha beşek mezin ji taxên qezaya Hemdaniyê ku dikeva bakûrê Mûsilê ji aliyê leşkerên Iraqê ve hatine rizgarkirin û ala Iraqê li ser gelek avahiyan daliqandine. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, leşkerên Iraqê hewl didin îro tevahiya qezaya Hemdaniyê kontrol bike û ber bi gundê Şore ve pêş bikeve. Li aliyekî din ji balafirên koalîsyonê bi giranî baregehên çeteyên DAIŞ’ê bombe Di heman demê de li gor daxuyaniyek ya hêzên hevbeş ên Iraqê di encama bombebarana balafirên koalîsyonê ya li ser çeteyên DAIŞ’ê de alîkarê Ebubekir Bexdadî, Ebu Usame hatiye kuştin. Li gor daxuyaniyê bombebaran li ser navçeya Tilsiqufî ya başûrê Mûsil pêk hatiye û Ebu Usame li gel hinek çeteyên ku li gel wî bûn, hatine kuştin. (rn)