Sorik hê jî dibe sedema mirina bi sed hezaran zarokî 05:02 13.11.2016 CENEVRE - ANF WHO lêkolîna li ser mijarê tevî saziyên bi navê Unicef, les Centers for Disease Control and Prevention (CDC) û The Global Alliance for Vaccines and Immunization (GAVI) ve meşand. Li gorî lêkolînê, di sala 2015'an de li gelemperiya cîhanê, 134 hezar 200 zarokên 4 salî, ji ber nexweşiya sorikê jiyana xwe ji dest dan. Di lêkolînê de hat ragihandin, di nava nexweşiyê vê dawiyê dibin sedema mirina zarokan de, piştî nexweşiyên hilmstandinê, navçûyîn, ta û menenjîtê, sorik di rêza pêncemîn de cih digire. Di lêkolînê de hat bibîrxistin, ku di sala 1980'î de 2,5 mîlyon zarok ji ber sorikê jiyana xwe ji dest dane û hat gotin, tevî hemû hewldanên erênî jî pêşî li mirina 135 hezar zarokan nehatiye girtin. Li gorî lêkolînê, bi tenê di navbera salên 2000-2015'an de, di gihandina derziya dij sorikê de, ji sedî 18 rewşeke erênî derketiye holê. Li gorî vê yekê di sala 2000'î de deriya li dijî sorikê ji sedî 72 ê zarokan hatiye kirin. Di sala 2015'an de ev rêje gihîşt ji sedî 85'an. Di nava 15 salan de herî kêm 20 mîlyon zarokên bi nexweşiya sorikê ketibûn, bi saya derman û derziyê hatine rizgarkirin. Li gorî lêkolînê, herî zêde li welatên Etiyopya, Komara Kongo ya Demokratîk, Hîndîstan, Endonezya, Nîjerya û Pakîstanê mirov ji ber sorikê jiyana xwe ji dest didin. Nîvê 20 mîlyon zarokên di sala 2015'an de bi sorikê ketin û sê ji çar parên mirovên ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan, li van her şeş welatan hat dîtin.