Xwepêşandana mamosta û karmendên Silêmanî destpê kir 04:33 20.11.2016 RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ Îro saet 09:30'ê mamosta, karmend û xwendekarên zanîngeh û peymangehan li ber Kampa Nû ya Zanîngeha Silêmaniyê kom bûn û xwepêşandana xwe dewam kirin. Xwepêşandan ji aliyê Desteya Parastina Mafê mamostayên zanîngeh û peymangehan ve tê organîzekirin. Di xwepêşandanê de weke rojên pêştir mamosta û karmend daxwaza maf û mûçeyên xwe dikin. Xwepêşandana mamostan didome. (sk)