Nîvê şaredariyên DBP’î hatin desteserkirin 04:35 04.12.2016 AMED - ANF Ev şaredarî li gel wezîfeyên xwe yên eslî, gelek proje û sepanîn jî xistibûn meriyetê. Şaredariyên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) ku di hilbijartinên xwecihên Adara 2014’an de bi dest anîn, yek bi yek bi lîstoka hikûmetê ya qeyûman ve tên xespkirin. Di hilbijartinan de ku bi dirûşmeya “Bi xwerêveberiyê ber bi nasnameya azad” encam da, DBP’ê li Kurdistanê AKP’e tenê di tabelayan de hişt. Pêvajoya ku destpêkê 11’ê Îlonê li 24 şaredariyên DBP’î qeyûm hatin bicihkirin, heta niha xwe gihand 36 şaredariyên DBP’î. Tevahî rayeyên 15 şaredariyan jî bi temamî hatiye girtin, dewrî qeymeqaman hatiye kirin, qeyûmê emelî ketiye meriyetê. Hevşaredarên 47 şaredariyan hatine girtin. Niha Hevşaredarê Xelfetiyê ya Rihayê Mûstafa Bayram, Hevşaredara Geverê Adîle Kozay, Hevşaredarên Çelê Hîlal Dûman û Servet Tûnç û hevşaredarên Şemzînanê Nahîde Yildiz û Seferî Yilmaz hê binçavkirî ne. ŞAREDARIYÊN JI HÊLA QEYÛMAN HATINE DESTESERKIRIN 36 şaredarî yên ku qeyûm hatine tayînkirin û rêjeyên dengên wan ên di hilbijartinên dawî yên xwecih de bi dest anîne, wiha ne; Êlih (Ji sedî 55.89), Colemêrg (Ji sedî 66.83), Giyadîn (Ji sedî 48.43), Qubîn (Ji sedî 50.45), Kercews (Ji sedî 52.43), Farqîn (Ji sedî 69.55), Sûr (Ji sedî 54.41), Xinûs (Ji sedî 39.08), Tozan (Ji sedî 51.67), Kerboran (Ji sedî 60.16), Dêrik (Ji sedî 64.4), Şemrex (Ji sedî 61.71), Nisêbîn (Ji sedî 78.78), Kop (Ji sedî 45.84), Dihê (Ji sedî 52.37), Pirsûs (Ji sedî 52.58), Cizîr (Ji sedî 81.61), Silopiya (Ji sedî 78.19), Hezex (Ji sedî 78.9), Artemêt (Ji sedî 50.91), Erdîş (Ji sedî 49.43), Îpekyolû (Ji sedî 48.32), Qelqelî (Ji sedî), Îkîkopru (56.22), Hoşhaber (Ji sedî 61.75), Hênê (Ji sedî 45.8), Bajarê Mezin a Amedê (Ji sedî 55.32), Şirnex (Ji sedî 60.91), Gimgim (Ji sedî 63.40), Ovakişla (Ji sedî 35.12), Sêrt (Ji sedî 49.4), Bajarê Mezin a Mêrdînê (Ji sedî 52.2), Bajarê Mezin a Wanê (Ji sedî 53.1), Dersîm (Ji sedî 42.4), Bedlîs (Ji sedî 43.9), Melazgir (Ji sedî 39.3) ŞAREDARIYÊN KU BI AWAYEKÎ EMELÎ QEYÛM HATINE TAYÎNKIRIN Ji bilî xespa qeyûman, gelek şaredarî jî bi awayekî pratîkî hatine desteserkirin. Walîtiyên ku Rewşa Awarte kirin hincet, her cure mal, xizmet, karên sazkirin û îhaleyên têkîldarî vê, ji bo kar bicihkirina kesan ji qeymeqamtiyê re hişt. Di vê çarçoveyê de rayeyên 15 şaredariyên DBP’î dewrî qeymeqaman hatin kirin. Ev şaredarî wiha ne: Wêranşar, Heweng, Gever, Bismil, Çinar, Pîran, Egîl, Erxenî, Hezro, Karaz, Pasûr, Licê, Kayapinar, Yenîşehîr û Rezan. HEVŞAREDARÊN GIRTÎ Heta îro 50 hevşaredarên DBP’î ji wezîfeyê hatin girtin. 45 hatin girtin, der heqê 7’an jî biryara girtinê hat derxistin. Hevşaredarên Xelfetî, Çelê, Gever û Şemzînanê hê jî binçavkirî ne. Hevşaredarên girtî ev in: Hevşaredarên di girtîgehê de: "Bekîr Kaya- Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Dîlek Hatîpoglu – Hevşaredara Colemergê Nurullah Çîftçî – Hevşaredarê Colemergê Handan Bagci – Hevşaredara Qelqelî ya Wanê Alî Çam - Hevşaredarê Îdir bajarokê Hoşhaberê Dîba Keskîn – Hevşaredara Erdîşê Rahmî Çelîk – Hevşaredarê Kopê Burhan Kocaman – Hevşaredarê Karakoçan, Elezîzê Cennet Ayık – Hevşaredara Karakoçan, Elezîzê Zeynep Şîmlîk – Hevşaredara Kerrboranê Seyran Argan – Hevşaredara Elkê Abdurrahman Çağan – Hevşaredarê Erdîşê Abdulkerîm Erdem – Hevşaredarê Dêrikê Sabahat Çetînkaya – Hevşaredara Dêrikê Hazal Aras – Hevşaredara Giyadînê Kasım Agun – Hevşaredarê Hoşhaber, Îdirê AygUn Taşkın – Hevşaredarê Erxeniyê FÎgen Yaşar – Hevşaredara Kopê NazmÎ Çoşkun – Hevşaredarê Colemergê Şerafettîn Ozalp – Hevşaredarê Qelqeliyê Nevîn Oyman – Hevşaredar Hezexê Tulay Karaca – Hevşaredara Tekmanê, Erzerûm Abdurahman Zorlu – Hevşaredarê Hênê Mehmet Muhdî Aslan – Hevşaredarê Hezexê Zîlan Aldatmaz – Hevşaredar Miksê, Wan Gultan Kişanak – Hevşaredara Amedê Firat Anli – Hevşaredarê Amedê Suna Atabay – Hevşaredara Çaldêranê, Wan Ahmet Demîr – Hevşaredarê Bajarokê Pirxûsê Servîn Karakoç – Hevşaredara Bajaroka Pirxûsê Sabîte Ekîncî – Hevşaredara Gimgimê Huseyin Guneş – Hevşaredarê Gimgimê Kadîr Konur – Hevşaredarê Cizîrê Tuncer Bakırhan – Hevşaredarê Sêrtê Mehmet Alî Bul – Hevşaredarê Dêrsimê Nurhayat Altun – Hevşaredara Dêrsimê Rabîa Takas - Hevşaredara Tilqebin Silopya Tahir Aytiş – Hevşaredarê Tilqebin, Silopya Ahmet Turk – Hevşaredarê Mêrdînê Nevîn Daşdemîr – Hevşaredara Betlîsê Huseyîn Olan – Hevşaredarê Betlîsê Bekîr Kaya – Hevşaredarê Wanê Senayet Ata – Hevşaredara Norşînê Mehmet Emîn Avras – Hevşardarê Norşînê Halîs Coşkun – Hevşaredarê Melezgirê Memnune Soylemez – Hevşarada Melezgirê