Artêşa Tirk çiyayê Kuro Jaro ya Zapê topbaran dike 04:46 04.12.2016 BEHDÎNAN / ROJNEWS Di van seatan de topxaneyên artêşa Tirk çiyayê Kuro Jaro yê di navbera bajarokê Şêladizê û Dêrelok ên ser bi parêzgeha Dihokê topbaran dikin. Çiyayê Kuro Jaro ser bi herêma Zapê ya herêmên parastina Medya ye. Êrîşa dewleta Tirk a bi top û hewanan ku ji seat 09:00’an ve destpê kirî, di van seatan de jî berdewam dike. Artêşa Tirk ji qereqolên li ser sînorê Başûrê Kurdistanê gund û herêmên di nava xaka Başûrê Kurdistanê de topbaran dike. Der barê ziyanên topbaranê de heta niha ti agahî nehatine bidestxin. (ge)