Şervanên Xezeba Firatê 6 gund rizgar kirin 07:51 11.12.2016 REQQA – Şervanên Xezeba Firatê 6 gund rizgar kirin û qederek çek û cebilxane desteser kirin. Şervanên Xezeba Firatê di çarçoveya pêvajoya duyem a hemleya rizgarkirina Reqqayê de 8 km pêşve çûne û gundên ′Merwaniyê, Cebel Kiraca, Hemêra biçûk, Hemêra mezin, Qerwedanê û Deraniyê′ ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin, her wiha qederek çek û cebilxane desteser kirin. Li çeperên şer pêşveçûnên şervanan didomin. (mm) ANHA