′Civaka azad bi riya komînan tê avakirin′ 06:17 29.01.2017 KOBANÊ – Endamê Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê Osman Hisên da zanîn ku civaka azad bi riya avakirina komînan û beşdariya hemû pêkhateyan, tê avakirin. Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê bi armanca şîrovekirina bendên heypeymana civakî, bi şêniyên bajaroka Sirînê re civiya. Civîn li Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endama KPC-D a bajarokê Emel Bero bendên hevpeymana civakî xwendin. Beşdaran li ser bendên hevpeymanê û derbarê çawaniya pratîkirina Sîstema Ekolojîk herêmên Bakurê Sûriyê, nîqaş kirin. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya avakirina komînan û wekheviya di navbera jin û mêr de. Beşdaran derbarê çawaniya avakirina civkakeke azad ve pris pirsîn. Endamê Meclîsê Osman Hisên bersiva pirsê wiha da: ″Gelê Sûriyê bi salane li ser destê sîstemên desthilatdar, zulmê dibîne. Di vê demê, gelê Sûriyê êdî çarenûsa xwe diyar dike. Civaka azad bi riya avakirina komînan û beşdaran hemû pêkhateyan, tê avakirin.″ Hisên da zanîn ku neteweya demokratîk li ser esasê yek ziman û yek netew nayê avakirin û wiha domand: ″Neteweya demokratîk li ser esasê beşdariya hemû pêkhateyên herêmê tê avakirin. Komîteya Xebatên Civakî ya Meclîsa Damezrîner a Federaliya Bakurê Sûriyê bi armanca danasîna Sîstema Federal û şîrovekirina bendên hevpeymana civakî, bi şêniyên herêmên Bakurê Sûriyê re dicive. (mm) ANHA