Edîtora Rojeva Medya jiyana xwe ji dest da 12:05 03.04.2017   NAVENDA NÛÇEYAN– Edîtora Rojeva Medya Evîn Buldan ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da û dê îro li Geverê were defin kirin. Edîtora Rojeva Medya Evîn Buldan dema ku ji kar vedigeriya mala xwe qirîza dil derbas kir û berî bighîje nexweşxaneyê jiyana xwe ji destda. Buldana ku rakirin Nexweşxaneya Memorial a Amedê ji bo otopsiyê  birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selahadîn Eyûbî. Malbata Buldan a li navçeya  Geverê ya Colemêrgê dijî piştî agahî bihîstin ji Geverê ber bi Amedê ve ketin rê. Cenazeyê Buldan serê sibê saet di 07:00’an dê ji hêla malbat û hempîşeyên wê ve bê wergirtin û ji bo definkirinê bibin navçeya Geverê. Tê payîn ku cenazeyê Buldan îro li navçeya Gever a Colemêrgê bi merasîmekê bê definkirin. Rojnameger Buldan ji sala 2011’an û vir ve di rojnameya Azadiya Welat a bi biryara KHK’ê ve hat girtin de dixebiti. Piştî ku rojnameya Rojeva Medya hat vekirin Buldan a ku di kar û barê xebatên rojnamegeriyê de kedek mezin dabû di vê rojnameyê de jî ligel hempîşeyên xwe cîhê xwe girt û berpisiyartiya rûpela jinê dikir.