Bi çend wêneyan jiyana zarokên Êzidî ya di kampan de 09:06 06.04.2017     RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ   Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî ser Şengalê kir, zarokên Êzidîji li gel malbatên xwe li bajar û wargehên Herêma Kurdistanê belavbûn. Hinek ji wan ji di wargehan de çavên xwe li jiyanê vekirîne.   Hinek ji wan zarokên temenê wan ji 6 salî jortire û hîna şop û bandorek neyînî ya şer di hizrê wan de maye. Ji ber wê bi hêviyek mezin li ber kameraya RojNewê rawestan û di xwestin wêneyên xwe bibînin.   Wargeha Aştî  li bajarokê Erbet ya ser bi Silêmanî ve ye. Di vê wargehê de  malbatên Êzidî û hinek  penaberên herêmên din yên Iraqê hene.