Li Hewlêrê 2 çekdaran li nivîskar Ferhad Pîrbal dan 09:13 13.04.2017  VIDEO:https://www.youtube.com/watch?v=UVGlZj6PJEE 2017-04-12 20:55:11 Li gorî dîmenên şevê din li ser tora civakî hatiye bilavkirin, li Hewlêrê 2 çekdaran li nivîskar û helbestvan Ferhad Pîrbal dan.    Herdu çekdar cilên sivîl liberin, yek demance li desteye û yê din jî keleşkof di dest de ye û pê li Pîrbal didin.   Nivîskar û helbestvan Ferhad Pîrbal xwedî gelek pirtûka ne û di dema borî de gelek rexneyên tund li hikûmeta Herêma Kurdistanê  û Barzanî dikir. Em weke malpera Amîda Kurd vê êrîşa faşîzane ya li dijî nivîskarê kurd weke êrîşa li dijî raman û rawestana azad dinirxînin û bi tundî şermezar dikin.