Wê konferansa nasîna Hewraman bê lidar xistin 11:09 13.04.2017  CÎHAD HEWRAMÎ/ HEWREMAN   Hinek rewşenbîr, çalakvan û nivîskarên Hewreman, bi alîkariya Kongreya Netewa Kurdistanê (KNK) bi armanca parastina ziman û çanda Hewreman, wê  di 20-21’ê Nîsanê de konferansek bi navê ‘Eşnasî Hewreman’ (nasîna  Hewreman) bi dirûşma ‘ bi zimanê Hewramî hizirîn, axaftin û nivîsîn’ were lidarxistin.   Têkildarî wê Hevserokê konferansa Hewraman Eşnasî Nacîh Gulpî ji ajansa me re axivî û got: “Lidarxistina vê kongreyê fikrê endamek Hewramî yê di nav KNK’ê de bû. Piştî ku fikrê xwe ji me re ragihand û me ji ew fikir qebûl kir. Me dest ji bo desteya rêveber ya konferansê hinek rewşenbîr,  çalakvan û kesayetên Hewreman kom kir û piştî çend civîn û tevlîbûnek zêde ya Hewramiyan, me karî desteya rêveber damezrînin.”   Her wiha Nacîh Gulpî got: “Armanca me ya sereke ya vê konferansê parastina ziman, çand û hûnera Hewramiyane. Bi rêya vê konferansê emê  hinek panel û mijarên zanistî, hûnerî û çandî pêşkêş bikin. Emê encamên wê ji bi rêya ragihandinê ragihînin û bi piratîkî li ser kar bikin.”     Endama Beşê Ragihandina Desteya Rêveber ya Donferansê Esra Mehmûd ji wiha axivî: “Mixabin Hewreman ji aliyê Hikûmeta Herêmê û kesayetiyên Hewreman ve hatiye piştguh xistin. Ji ber sîstema hîzbatiyê Hewramî belav bûn û li rexmê gelek postên bilind di Hikûmetê de heye ji, lê nekarîne di çarçoveya Hewreman de xizmetekê ji bo  herêma xwe bikin.   Esra Mehmûd di dawiya axaftina xwe de got: “Emê wan kesan di konferansekê de kom bikin ku hûner, wêje, ziman û çanda Hewreman li ber çavan re derbaz bikin. Bi taybet rola jinan li gund û di niha de cihê serbilindiyêye û diyare. Her wiha wekkeviya  zayendî ji kevin de di nav me de  heye.”     Endamê Beşa Lêkolînên Zanistî û Şîrovekariya konferansê Şewqî Şeyda Şeyda ji ev gotin kir: “Me wek rewşenbîr, çalakvan û nivîskarên Hewraman bi keyfxweşî  dest bi amadekariyan kir. Niha ji ji bo destpêkirina konferansê, hemû amadekarî temam bûne.”     (rn)