Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê hat avakirin 07:24 23.04.2017   QAMIŞLO – . 1.Konferansa Damezrîner a Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo di bin dirûşmeya ″Bi ruhê çanda gelên resen, em neteweya demokratîk misoger bikin″ de, hat lidarxistin. Di konferansê de, bendên rêziknameya Yekîtiyê hatin xwendin û nîqaşkirin û li ser vî esasî ev biryar hatin girtin: *Divê hemû çalakiyên Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê li ser esasê azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, bêne meşandin. *Divê xebatên Yekîtiyê yên çandî, hunerî û wêjeyî di xizmeta propagandaya şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê de, pêk werin. *Divê Yekîtiya Hunermedên Kantona Cizîrê nirxên şoreşê, misoger bike. *Hemû Endamên Yekîtiyê li hember parastina mafên hemû pêkhateyên civakê, berpirsyarin. *Divê xebatên Yekîtiyê li dijî sîstemên kapîtalîst û zihniyeta desthilatdar bêne meşandin û armanca sereke avakirin û pêşxistina çanda gelên Bakurê Sûriyê be. *Pêşxistina welatparêziyê û hezkirina welat. *Avakirina avahiyeke navendî ji bo Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê. *Divê xebatên hunerî çanda paqijiyê pêş bixin. *Divê ji bo  hemû beşên hunerê, dewreyên perwerdeyê bêne dayîn. *Hemû beşên Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê heye ku beşdarî mihrîcanan û şahiyên ku li hundir û derveyî welat tênê lidarxistin, bibin. *Divê hemû hunermendên ku çûne ser dilovaniya xwe,werin bîranîn. *Piştgiriya lidarxistina kongreya rewşenbîr û nivîskarên Bakurê Sûriyê. *Pêşxistin û firehkirina hemû beşên hunerî. *Mafê Yekîtiyê heye ku beşdarî bernameyên televizyonê bibe. *Divê studyoyeke taybet  ji bo Yekîtiyê were avakirin. *Divê şevbuhêrkên hunerî û platformên çandî bi sponseriya Yekîtiyê li tevahî bajarên Kantonê, bêne lidarxistin. Piştre jî, Nesrîn Mihemed û Salih Ismaîl wekî Hevserokên Yekîtiyê, her wiha Cîhan Elî Ebdulxefûr, Elî Ebdullah, Selah Osê, Fadî Şemûn û Mihemed Şakir ên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan wekî cîgirên Hevserokatiyê, hatin  hilbijartin. Di dawiya konferansê de, hunermend Salih Heydo stranên şoreşgerî gotin. (mm) ANHA