MSD: Tirkiyê dixwaze pêngava Reqqa têk bibe 09:28 25.04.2017   NAVENDA NÛÇEYAN - ANF   MSD`ê êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker ku li ser çiyayê Qereçox û herêma Şengalê bi awayekî hemwext pêk hatin, şermezar kir û got ku Tirkiyê bi êrîşên xwe yên li ser herêmê dixwaze hemeleya rizgarkirina Reqqa têk bibe û bi vê yekê çeteyên DAIŞ’ê nefesê bistînin. Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku li ser çiyayê Qereçox û herêma Şengalê pêk hatin daxuyaniyeke nivîskî  da.  MSD`ê diyar kir ku îradeya wan a di li hember terorê wê hîna xurtir bibe. Berferehiya  daxuyaniyê wiha ye:“Di demeke wiha de ku hemleya Reqqa dewam dike û hêzên me li hember DAIŞ`ê bi ser dikevin, balafirên şer ên Tirkî  baregehên paş ên hêzên me li çiyayê Qereçoxê û herêma Şengalê bombebaran kirin. Ev êrîş nîşana wê yekê ye ku dewleta Tirkî dixwaze hemleya Reqqa têk bibe û nefesê bide DAIŞ`ê. Em di Meclîsa Sûriyeya Demokratîk de vê êrîşê şermezar dikin, bang li civaka navnetewî dikin ku bertekê nîşan bide û dîsa bang li gelê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên wê dikin ku siyaseta rêjîma Tirkî red bike. Em tekez dikin ku wê îradeya me di şerê li dijî terorê de û alîgirên wê de xurtir bibe.”