‘Fermandarên YJA-STAR’ê Nalîn Mûş û Helîn Dersim şehîd ketine’ 07:50 12.05.2017 Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: “Di encama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a di 26-28’ê Nîsanê de hevrêya me Nalîn Mûş û Helîn Dersim şehîd ketine.” Daxuyanî wiha ye: “Di encama bomberdûman balafirên şer ên artêşa Tirk a di 26-28’ê Nîsanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de endamên Konseya Leşkerî ya YJA Starê Nalîn Mûş û Helîn Dersim şehîd ketine. Têkildarî hevrêyên şehîd wê ji aliyê Fermandariya YJA Starê ve daxuyaniyek berfireh bê dayîn.” Nasanmeyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane wihan ne: Nasnav: Helîn Mûrat Nav û Paşnav: Nûrten Kiliçarslan Cihê Jidayikbûnê: Dersim Navê Dayikê - Bav: Polî - Alî Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê /26 – 28’ê Nisana 2017 *** Nasnav: Nalîn Dîpo Nav û Paşnav: Hanimşah Bagci Cihê Jidayikbûnê: Mûş Navê Dayikê - Bav: Tevrat – Ziyattîn Cih û Dîroka Şehadetê: Herêmên Parastinê yên Medyayê /26 – 28’ê Nisana 2017