Li Geverê 8 kes hatin binçavkirin 06:32 24.06.2011 Yekîneyên Midûriyeta Polîsan a Geverê saet di 01.00'an de bi ser 20 malan de girt û heta saet 06.00'an serdegirtinê berdewam kir. Di serdegirtina malan de 8 kes hatin binçavkirin. 8 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Midûriyeta Polîsan a Geverê. Hate zanîn ku xebatkarê Navenda Çand û Hunerê ya Geverê Abdullah Gungur, Vedat Subaşı û kesekî navî wî nehat zanîn li midûriyeta polîsan serbest hatin berdan. DÎHA (mae)