Li Amerîkayê salane 1300 zarok tên kuştin 10:28 20.06.2017 ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN   Li gorî lêkolînek hikûmî li Amerikayê ku ji aliyê Navenda Kontrol û Piştgirî kirina Nexweşên Amerîkayê ve hatiye kirin, salane 580 zarok li Amerikayê bi gulle reşandinê birîndar dibin û salane 1300 zarok jî tên kuştin.   Di rapora wê navendê de wiha tê gotin: "Ji sedan 82'ê zarokên tên kuştin kurin. Ger mirov kuştina zarokên reşik bi yên din re bîne beranberî  hev 10 qatê zarokên din yên Amerikayê ye."   Rêveberê  Navenda Kontrol û Piştgirî kirina Nexweşên Amerîkayê Katrîn Falêr têkildarî mijarê ji Ruitersê de wiha got: "Rojane li Amerikayê 19 zarok ji ber gulle reşandinê tên kuştin. Ev bîlonaçû ji sala 2015'an heta sala 2017'an ji sedan 60 zêde kiriye."