Li Strasboûrgê Heftiya Çandê ya Kurd a pêşî tê lidarxistin 10:25 26.06.2017 Heftiya Çandê ya Kurd a 1. a Strasboûrgê dî serî de Konseya Kurd a Demokratîk (CDK), Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, Jinên Ciwan ên Azad, Komeya Jinê ya Zînê, TEV-ÇAN-Fransa bi hevkariya gelek saziyên Kurd pêk tê, her wiha komeleya Ermen AREG jî destekê didiyê. Heftiya Çandê wê di navbeynda 27’ê Hezîranê-1’ê Tîrmehê de pêk were. Şaredariya Strasboûrgê jî ji hêla hêwan, teknîkê ve destekê dide Heftiya Çandê ya Kurd, di vê heftiyê de bernameyên sînameyê, şanoyê, muzîk, folklor, pêşangeh û panêlan hene. Her wiha xwarina Kurdan jî wê were nîşandan û ji bo zarokan jî bername hene. BANGA TEVLÊBÛNA HEFTIYA ÇANDÊ Komîteya Amadekar banga tevlêbûna li Heftiya Çandê ya Kurd kir û got, ‘’Di Heftiya Çandê ya Kurd de, li gel çanda Kurdan, ji bo ku gelên dî yên Kurdistanê jî çanda xwe bidin naskirin û gel bi hev re hewl bidin girîng e. Çalakiyên çandî bingehê têkoşîna dijî pişivînê ye. Li gel herêma Alsacê em li bendê ne ku ji herêm û bajarên din jî tevlêbûn ji bo Heftiya Çandê ya Kurd çêbibe.’’ DI BERNAMEYÊ DE GELEK BERNAMEYÊN ÇANDÎ HENE Bernameya 5 rojan a Heftiya Çandê ya Kurd wiha ye: 27 Hezîran Sêşem  13.00: Pêşangeha şêwekariyê 16:30: Govend û dengbêjî 19:00 : Fîlm û gotebêjî Adres: Salle des fetes de la Bourse. 28 Hezîran Çarşem:  11:00-22:00 : Pêşangeha şêwekariyê 12:00-14:00 Aşpêjiya Kurd 14:00-16:00: Bernameya ji bo zarokan 17:30 – Gotebêjiya li maseya girover 19:00-Şano 20:00- Govend û dengbêjî Adres: Salle des fetes de la Bourse. 29 Hezîran Pêrşem 18:00-20:00: Konferans û gotebêjî li ser dîroka Kurdistanê Adres : 7 rue de la Broque 67000 Strasbourg lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk 30 Hezîran În saat 18:00’de Heta Place de la Gare’dan Place de la Republique’ê bi cil û bergên Kurdî meş.  1 Tîrmeh Şemîi: 11:00-18:00 li  Parc de l’Orangerie  dans, müzik û bi aşpêjiya Kurd piknîk