Lava û niyaza Zerdeşt ji Ahûra Mazda 01:25 27.06.2017 Ji te dipirsim, Xwedayê min, Rastiyê ji min re bibêje, Kalikê hebûna pîroz Bavê yekê kî ye? Ê ku riya roj û stêrkan Xêz kiriye kî ye? Hîv bi hêza kî Mezin dibe, biçûk dibe? Vana ji min re vebêje, Her tiştî, her tiştî vebêje, Xwedayê min. Ji te dipirsim, Xwedayê min, Rastiyê ji min re bibêje, Kî pergala cîhanê çêkir, Kî ev asîman ragirt? Her tişt di ciyê xwe de, saxlem? Kî ev dar û rûbar tev afirand? Kî ye ê ku lezê dide Bayê û ewran? Kî ye, hey Ahûra Mazda, Ê ku fikra pak afirand? Ji te dipirsim, Xwedayê min, Rastiyê ji min re bibêje, Kî ye ê ku bi hezkirinê Afirandiye tarî û ronkayî? Kî bi hestên herî pak  Xwe û hişiyar bûn afirand? Kî ye ê sibeh afirand, Nîvro û êvar Ji bo mirovên têgihîştî û zana Bangî wezîfeyê bikî? (Ji Avesta Zerdeşt hatiye wergirtin û wergerandin) Îbrahîm Osman