Dîmenên deqa mezin a sor a li ser ruyê Jupîterê ji nêz ve hat girtin 03:29 12.07.2017 Li gor daxuyaniya Daîreya Fezayî ya Amerîkayê (NASA) keştiya asmanî Juno serkeftineke mezin bi dest xistiye.   Li gor vê, keştiya asmanî bi qasî 9 hezar kîlometreyî nêzî bahoza antîsîklonîk a li dora Jupîterê bûye. Ev Bahoza antîsîklonîk weke xelekek e li dora gerestêrkê û 16 hezar kîlometre modine, ango çapa wê ye.   Ev deqa sor a mezin a li ser gerestêrka Jupîterê hîn jî ji bo cîhana zanistê yek ji wan fenomenan e ku vedîtina wan pir çetin e.   Li gor daxuyaniya NASA´yê, dê di van rojên pêş de wêneyên ji aliyê keştiya asmanî Juno ve hatine kişandin, bi raya giştî re parve bikin.   Çavkanî: ANF Werger: amidakurd.net