Çalakî didomin 06:42 24.06.2011 Çalakiyên şermezarkirina biryara YSK'ê ya der barê Parlementeriya Hatîp Dîcle de berdewam dike. Li navçeyên Sîlopî û Hezexê yên Şirnexê welati neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Esnafên navçeyên Sîlopî û Hezexê yên Şirnexê bi boneya biryara YSK'ê ya der barê parlementeriya Parlementerê Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê yê Amedê Hatîp Dîcle de şermezar bikin neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Li navçeyan bêdengî serdest e û tenê dikan û eczane vekirî ne. DÎHA (mae)