Bakurê Sûriyeyê êdî ji 3 herêmên federal pêk tê 08:53 11.08.2017 Meclîsa Damezrîner a Federasyona Bakurê Sûriyeyê, di çarçoveya pîvanên demokratîk de li gorî xebatên xizmetê, pêdiviyên aborî, çandî û yên li hemû qadên civakî Qanûna Herêman a Rêveberiyê derxist. Herêmên federal ku xwedî sîstemeke rêveberiya xweser in, ji herêmên ku ji aliyê aborî û çandî ve hevpar in, pêk tê. Herêmên Federal ên Federasyona Bakurê Sûriyeyê wiha ne: HERÊMA FEDERAL A CIZÎRÊ: Ji Kantona Hesekê û Kantona Qamişlo pêk tê. -Kantona Hesekê: Ji herêma Hesekê, Dirbêsiyê, Serekaniyê û Til Temir pêk tê. Kantona  Qamişlo: Ji herêma Qamişlo û herêma Dêrikê pêk tê. HERÊMA FEDERAL A FIRATÊ: Ji Kantona Kobanê û Kantona Girê Spî pêk tê. -Kantona Kobanê: Ji bajarê Kobanê, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê, navçeya Şêran û Qenaya, herêma Sirînê ku ji bajarê Sirînê, bajarok, gund û mezreyên wê, pêk tê. -Kantona Girê Spî: Ji herêma Girê Spî, bajarok, gund û mezreyên girêdayî wê, navçeya Eyn Îsa û Silûk, pêk tê. HERÊMA FEDERAL A EFRÎNÊ: Ji Kantona Efrîn û Kantona Şehbayê pêk tê. Kantona Efrînê: Ji herêma Efrîn, herêma Cindirêsê û herêma Raco, pêk tê. Kantona Şehbayê: Ji herêma Til Rifet û navçeya Ehrez, Fafîn û Kefernaya pêk tê. Qanûna rêvebirina herêman di civîna Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk  a Bakurê Sûriyeyê de, rojên 27-28'ê Tîrmehê hate girtin.   ANF