Mohr li deriyê dîhaberê xistin 01:25 25.08.2017 Rejîma AKP'ê, nîvê şevê biryarnameyek bi hejmara 693'an weşand û bi rêya vê biryarnameyê ajansa nûçeyan a dîhaberê girt. Piştî vê biryarê, polîs û mufetîşên Tirk avêtin ser avahiya ajansê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê û mohr li deriyê wê xistin. Di dema mohrkirina deriyê navendê de, gelek polîs û wesayitên zirxî li dora avahiyê bûn. Polîs û mufetîşên Tirk, piştî ku mohr li deriyê dîhaberê xistin, berê xwe dan navenda Gazete Şûjin ji bo deriyê wê hî mohr bike.