Mihrîcana Hêvî ya astengdaran dê nêzîk were lidarxistin 02:15 29.08.2017 EFRÎN – Desteya Karûbarên Civakî bi hevkariya Destyên Ciwan û Çandê amadekariyên lidarxistina mihrîcana yekemîn a astengdaran dike. Mihrîcan bi navê “Hêvî” tê lidarxistin, diruşmeya wê jî “Ez dikarim”. Li gor rayedaran diyar kir armanc ji vê mihrîcanê ku morala kesên astengdar bê rakirin, bala rêxistin û saziyan bê kişandin û girîngiya wan di nava civakê de bê nasîn. Mihrîcan di 30 tebaxê de li xwaringeha Jîn Efrîn a dikeve navrasta bajarê Efrînê tê lidarxistin û tê de zêdetirî 100 kesên asatengdar beşdar dibin. Endamê Desteya Karûbarên Civakî Egîd Xelîl ji ANHA`yê re bernameya mihrîcanê eşkere kir û got ku dê di destpêkê de nunerekî Rêveberiya Xweser biaxive, pişt re straneke bi sernavê “Ez dikarim” û lîstika Karatê ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê bên pêşkeşkirin. Paşê komên stran û dîlanan ên çand û hunerê derkevin ser dikê. Xelîl, her wiha destnîşan kir ku Mihrîcan dê bi pêşkeşkirina şanoyekî li ser zehmetiyên kesên astengdaran û hin rêzeçalakiyên din bidome. Xelîl di dawiya gotinên xwe de bang li deste, saziyên rêveberiya xweseriya demokarîk, partiyên siyasî û rêxistin mirovahî kir ku tevlî mihrîcanê bibin. (nse( ANHA