Di maça Ukrayna û Tirkyeyê de FEMEN’ê çalakiya ”Erdoganê Kujer” kir 11:15 03.09.2017     Beriya maça Ukrayna û Tirkiyeyê dest pê bike, endameka jin a FEMEN´ê ku li ser sînga wê ”Erdoganê Kujer” nivîsîbû, derkete rasta futbolê.   Di rûpela fermî ya FEMEN´ê ya twitterê de wêneyê jina vê çalakiyê kiriye hate parvekirin û hate diyarkirin ku wan ev çalakî ji bo protestokirina Erdogan kirine.   Di daxuyaniya FEMEê de tê diyarkirin ku çalakvan birine avahiya polîsan û wiha didomînin: ”FEMEN´ê rejîma dîktatorî ya Erdogan protesto kir. Rejîma Erdogan azadiyan tune dike û bi rastî jî dikuje. Vê dîktatoriyê rawestînin!”   Wergera ji tirkî: amidakurd.net