Festîvala şanoya kolanê ya navneteweyî ya Merîwanê dest pê kir 07:43 10.09.2017 Li Rojhilatê Kurdistanê festîvala şanoya kolanê ya navneteweyî ya Merîwanê dest pê kir. Festîval îsal kete sala xwe ya 12’emîn û ji gelek welatên cîhanê gelek lîstikvan û derhêner tevlî festîvalê bûn. Piştî axaftina destpêkê ya li Qada Îmam Şafî ya li Merîwanê, bi meşa li Qada Şanoyê festîval hate destpêkirin. Ji Brezîlya, Îspanya, Fransa, Azerbaycan, Başûrê Kurdistanê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 362 lîstikvan û derhêner beşdarî festîvalê bûne û gelek saziyên çapemeniyê yên navneteweyî jî festîvalê dişopînin. Festîval wê heta 14’ê Îlonê bidome. ANF