TJA: Daxuyaniya DYA’yê li jinên Kurd heqaret e 09:45 22.10.2017 Tevgera Jinên Azad nerazîbûn nîşanî daxuyaniya DYA’yê ya piştî rizgarkirina Reqayê da. TJA’yê bal kişand ser tecrîda giran a li ser Ocalan. Daxuyaniya TJA’yê wisa ye: “Rêzdar Ocalan îradeya bi milyonan kesan temsîl dike. Rola paradîgmaya Rêzdar Ocalan a di şoreşa Rojava de tê zanîn. Di vê pêvajoyê de gelê me li hemberî tecrîdê li Ewrûpa û Kurdistanê di nav çalakiyan de ye. Daxuyaniya konsolosxaneya DYA’yê ya têkildarî Rêzdar Ocalan bêhurmetiyeke polîtîk a li hemberî jinên Kurd û gelê Kurd e. Rêber rêzdariya xwe ji berxwedêriya gel, têkoşîna demokrasiyê û şoreşên civakî werdigirin. Di vê çarçoveyê de em daxuyaniya konsolosxaneyê şermezar dikin û diyar dikin ku divê têkildarî vê daxuyaniyê sererastkirinê bikin.”   ANF