Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin 09:55 24.10.2017 Pêşbaziya Helbest û Çîrokê ya Huseyîn Çelebî ya ku 25 sal in tê lidarxistin, bi encam bû. Bi sedan kes beşdarî merasîma eşkerekirina encamê ya li paytexta Îngilîstan Londonê bûn. Bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî, malbata Mehmet Aksoy jî beşdarî merasîmê bûn. Li ser navê YXK’ê Elîf Sarican axivî û diyar kir ku ew ê têkoşîna Huseyîn Çelebî û Mehmet Aksoy ji xwe re bikin mînak û xwedî li bîranîna wan derkevin. PEYAMA RIFAT ÇELEBÎ Piştî sînevîzyona li ser jiyana Huseyîn Çelebî bavê wî Rifat Çelebî axivî û got, “Ji ber ku ciwan vê têkoşînê didomînin, em îro li vê derê ne. Xwedî li nirxên xwe derkevin, dev ji cewherê xwe bernedin.” XELATA JI ESTELLA SCHMÎDÊ RE Di pêşbaziyê de xelatên YXK’ê hatin belavkirin û ‘Xelata Ciwanan’ dan Estella Schmîd. Schmîd bi salan e di nav tevgera Kurdan de cih digire û Huseyîn Çelebî û Mehmet Aksoy rû bi rû nas dikir. Schmîd 30 sal in ji bo Kurdan xebatên dîplomasiyê dike. MALBATA AKSOY XELAT DAN Di çalakiyê de Mark Campbell xelata “Hevalê Salê” û xelata “Dayîka Salê” jî diya şehîd Vasîllîkî Scûrfîeld layîq hate dîtin. Campbell û Scûrfîeld ji destê dê û xwişka Mehmet Aksoy xelatên xwe wergirtin. Xelatên ku di festîvalê de hatin dayîn ev ein: Çîrokên Bi Kurmancî Roza Metîna-Têkoşîna Tîpên Qedexe Mahmût Ronîdar-Şîrê Diya Dewletê Yaşar Aksû-Qesra Zênî û Peykerên Helbestên Bi Kurmancî Siya Jandar-Etîmolojiya Mirinê Çîrokên Bi Dimilkî Îsmer Bor- Emozê Boranan AlÎ Şeker - Amika Serfiroze û Ap Şekir Helbestên Bi Dimilkî Îbrahîm Beyaz-Kewê Helbestên Bi Soranî Cafer Ibrahîm Resûl-Kobanê Kemal Zer- Dîmenek li Çiyayê Şengal Çîrokên Bi Tirkî Mûrat Kozat-Gar Mehmet Nûrî Ozen-Li Bin Siya Dara Alûçê Eylem Kahraman-Rûyê Din ê Madalyonê Helbestên Bi Tirkî Edîp Çam-Eşkıya Mehmet Alî Boran-Bila Qewsika Te Ji Destê Te Nekeve Kuriko Huseyîn Aslan-Ev Asîman Me Nas Dike Helbestên Bi Elmanî Laura Sherin Rebeca - Bam Devrim Amed - Hunger Halil Cihan Karadağ - Euphrat Helbestên Bi Îngîlîzî Şilan Keskin – Exiled Dreams (Jiyanên ku Hatine Sirgûnkirin) Shie Raouf – The Art of Cutting Meat (Hunera Jêkirina Goşt) Maash Frag Phattacharjee – Refugees (Penaber)