Herêmên Başûrê Kurdistanê yên ji dest çûn! 10:36 31.10.2017 NAVENDA NÛÇEYAN/ROJNEWS     Gelek bajar, navçe, gund û herêmên petrolê yên beriya referandûma 25'ê Îlonê di destê rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê de bûn, radestî hikumeta navendî ya Iraqê û Heşdî Şabî hatin kirin.   Artêşa Iraqê, sala 2014'an li hemberî êrîşên DAIŞ'ê li ber xwe nedabû û xwe ji gelek herêman vekişandibû. Artêşa Iraqê van herêman ji nû ve kontrol dike. Hin herêm ji ber êrîşên artêşa Iraqê û Heşdî Şabî hatin dagirkirin, gelek herêm jî di çarçoveya peymana bi rêveberiya Hewlêrê re hate mohrkirin, tên radestkirin.   Herêmên ku ji 16'ê Cotmehê û vir ve ji kontrola rêveberiya herêmî ya Başûrê Kurdistanê kete destê hikumeta navendî ya Iraqê û Heşdî Şabî ev in:   Bajar û Navçe   Xûrmatû,   Xaneqîn,   Kerkûk,   Daqûq,   Taze   Beşîr   Mexmûr   Rebîa   Şengal (Herêmên di destê PDK'ê de bûn)   Pirdê û gelek gundên wê   Herêmên Petrolê   Dibis   Bay Hesen   Zûmar   Û 40 herêmên biçûk û mezin ên ji bîr û parzûngehên petrolê pêk tên...   Deriyên sînor   Perwîzxan ê navbera Kelar û Qasr-î Şîrîn   Xusrewî yê navbera Kelar û Xaneqînê   Başmax ê navbera Merîwan û Pencewînî   Deriyê sînor ê navbera Pîranşar û Hecî Umran   Deriyê sînor ê Sêmalka û deriyê sînor ê Xabûrê ku îro hate teslîmkirin   Tê gotin, ji bo radestkirina balafirgehên li Hewlêr û Silêmanî hevdîtin dewam dikin.   Gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da ku rêveberiya Hewlêrê axa Başûr radestî Bexda û Heşdî Şabî kiriye. Ev rewş ji bo Kurdan weke şikestineke mein a siyasî tê dîtin.