“Qeraxên Sîya Hêvîyên Har” a Azad Dilwar derçû! 06:27 29.12.2017                           Weşanxaneya Lîs rêza xwe ya pirtûkên helbestan ên bi Kurdî roj bi roj dewlemendtir dike û berhemên nû yên helbestkarên zimanê Kurdî pê de pê de diweşîne. Qeraxên Sîya Hêvîyên Har jî yek ji wan berheman e ku pirtûka helbestan a duyem a helbestkar, nivîskar û wergêr Azad Dilwar e.                       Qeraxên Sîya Hêvîyên Har ji wan helbestên Dilwar pêk tê ku wî di navbera salên 2011’an û 2017’an de nivîsîne. Helbestkar di nava van 32 helbestên xwe re berê xwe dide mijarên cihêreng û bi naveroka xwe ve van helbestan li tevna bûyerên rojane dixe, ên ku di jîyanê de pirr caran dubare dibin. Helbestkar Dilwar hewil dide her parçeyekî vê berhema xwe li ser stûnên rîyalîst raxîne, ku di nava wan re peyamên surrîyalîst jî deng vedidin. Xwîner di helbestên Dilwar de pêrgî rasthatina li gel nakokîyên absurd, fantastîk û lêgeranên vala û xewnan tê û, her wiha, rastî helbestên xwedan naverokên têvel tê û ev naverokên navhatî wan peywendîyên taybet ên di navbera mirovan û xwezayê, azadîyê, welêt û bindestîyê, çarenûsa qirêj a bindestan, xeyalên şikestî û hêvîyê, dilşadîyê û bêrîya bo dem û cîyên xweşhalîyê û nexweşhalîyê de bi xwe ve digirin.                       Qeraxên Sîya Hêvîyên Har bi dengekî nerm û aram berê xwe dide xwînerên Kurmancîyê, ku dibêje:                                “Deng                       Deng olanê dide                       Di tenêtîyeke tenha de                       Sîya bihara zû                       Di awirên te de                       Ava dibe”                         Qeraxên Sîya Hêvîyên Har                       Azad Dilwar                       Helbest, 64 rûpel                       Sermaweza 2017’an                       Weşanxaneya Lîs, Amed             ISBN: 978-605-9295-87-1