“Pêtî”ya Mahabad Felat Arda Derçû! 06:45 29.12.2017   Pêtî, ew pêt e ku nirxên manewî bi wateyeke berz û bala dide der. Ev nirx û wate digel liv û tevgerînan, di keftûlefta jiyaneke têkel de mikurhatinê jî li mirov hasil dikin û hewl dide ku mirov ber bi dawerivînê ve hêl bike. Mahabad Felat Arda, di pêtên “Pêtî”yê de, ji dar û beran heta giyaneweran, ji keser û bextewariyan heta serketin û binketinên welat û têkoşîneke ku didome, di ser kesekî/ê re bi mecazeke hinartî û hindazeyî li helbestê bar dike û bi vê yekê fikr û hestê bi hev re dimeşîne û kirasekî rasteqîne li hêmayê dike.  Pêtî Mahabad Felat Arda Helbest, 84 rûpel Çapa pêşîn, Berfanbara 2017’an Weşanxaneya Lîs, Amed ISBN: 978-605-9295-82-6