Peymangehên mûzîkê gavek ber bi vejînkirina çanda Kurdî ye 10:01 14.01.2018 EHMED REŞÎD  EFRÎN – Akademisyen û mûzîsyenên herêma Efrînê bi armanca vejînkirin û parastina çand û mûzîk Kurdî, peymangehên mûzîkê vekirin. Li Kantona Efrînê gelek peymangehên mûzîkê û dikanên firotina alavên mûzîkê hene. Welatiyên herêmê girîngiyê didin mûzîkê û hewl didin bi vê yekê çanda Kurdî ya resen biparêzin û nifşekî nû ku bi çanda xwe ve girêdayî be bafirînin. Berê ji ber ku peymangehên mûzîkê tune bûn, bi beşdariya bi dehan kesan li malan şevbuhêrkên mûzîk û stranên Kurdî dihatin lidarxistin. Bi riya van şevbuhêrkan, mûzîka Kurdî hat parastin. Akademisyen û xwediyê dikana firotina alavên mûzîkê Xîtam Birîm ji ANHA′yê re axivî û da zanîn ku armanca wan ji vekirina peymangehên mûzîkê û dikanên firotina alavên mûzîkê, danasîn û parastina çanda Kurdî ye û wiha got, ″Çand nasnameya gelane. Em dixwazin çanda xwe ya resen ku ji aliyê gelên Ereb, Faris û Tirk ve hatiye dizîn biparêzin.″ Birîm anî ziman ku rêjîma Baas ne tenê çalakiyên siyasî, lê çalakiyên çand û hunerê jî qedexe dikirin û wiha domand, ″Rêjîma Baas nikarîbû bi van siyasetan vîna gelê Kurd di warên siyasî û leşkerî bişikîne û wî ji çanda Kurdî ya resen dûr bixe.″ Birîm diyar kir ku baweriya wî heye ku wê nifşê pêşerojê bikaribe çanda Kurdî vejîn bike û biparêze. (mm) ANHA