Rastîya cejna netewî ya Gelê Kurd; Newroz - Xerzî Xerzan 06:04 21.03.2018 Kawa, Kava an jî Kavî pênaseya padşahên Medî bû. Avestaya Pîroz de bi dehan car navê padşahên Medî bi pênaseya "Kava-Kavî" hatîye nivîsandin. Navê Astîyago yê padşahê dawîn ê Medî, wek Kavî Vîştasp hatîye tomarîkirin. An ku Keyê Pirhesp. Peyva Kava-Kavî di zimanê kurdî de li gel demajoyê, bûye Key û îro jî tê bikaranîn. Astîyago an ku Kavì û her wiha Azhî Dehhaq alîkar, heval û hogirê herî nêz ê Zerdeşt ê Kal e, Avestayê de wisa hatîye tomarîkirin. Lê nijadperestê Ecem Firdewsî, ji ber ku hesûd û çavnebar bûye, rabûye Keyaxser ê Gewre (bavê Astîyago) kirîye hêsinkar û kurê wî jî kirîye Dehhaq ê Zalim ê şahê Asûran... An ku dîrok serobino kirìye û biserketina mezin a Medan, kirîye malê Persan.   Pirs ev e, gelo Asûran kî têk bir û kî azadî anî nav gelên Arî? Pirs ev e û bersiv jî xuya ye. Med anîn û Keyaxser ê Medî jî wê serdemê Keyê wan bû. An ku Kawa yê hêsinkar Keyaxser e û Keyaxser bixwe Kawa-Kavî-Key e.   Ferîdûn kî ye, kes nizane, heger şahê Persan e, pirs eve; Wê demê şerê li gel Asûran, ma Pers desthilatdar bûn? Ma keyê wan hebû, ma kesê Asûran têk bir Keyaxser e an yekî dinê ye? Newroz efsane û dîroka gelê kurd e û ji hêla wan ve li hemû mirovahîyê hatîye diyarîkirin. Kawa Keyê Medan e û Firdewsî derewker û nijadperestekî nebînayî ye. Rastî ev e.   Asûr di sedsala 7-an a berê zayînê de ji hêla Medan ve hatin ruxandin û ji wê rojê pê ve, careka dinê wek dewlet an jî rêxistin Asûr derneketin şanoya dîrokê. Asûrên îro jî xwe wek nevîyên Asûrên kevnar dibînin. Anegorî çand û ziman û erdnigarîyê, ev yek ne dûrî aqilan e. Kildanî jî xwe wek nevîyên Babilîyan dibînin. Her du gel jî bi kokê ve Aramî ne û çanda wan jî nêzî hev e. Îro bermahîyên van her du çandan û her wiha dûhatîyên wan li Kurdistanê dijîn   Newroz pîroz be... Li hemû Kawayên hemdem. Li hemû kurdên birûmet pîroz be, pîroz e.   Xerzî Xerzan